Bûyer, di seet 11.00an de li derdorê Gok Taksîyê pêk hat. Li gorî agahîyan Eyûp P.yê ku hat hînbûn ji gundê Sînana ku girêdayê Bismila Diyarbekirê ye, dema ku li ber çayxaneyekî rûdinê komeke ku ji 15 kesan pêk tê êrîşî wî dikin. Ciwanê ku ji teref wê komê ve hat lêxistin, giran birîndar bû.

Ciwanê birîndar dûre hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîyê ya Êlihê û hat destnîşankirin ku wî kirine emelîyatê.

Hay diyarkirin ku Eyûp P. Ji emelîyatê hatîye derxistin lê rewşa wî hêna jî giran e. (ÎLKHA)