Serokê Giştî yê Komeleya Karsazan û Pîşesazîya Maf (HAKSÎAD) Fîkrî Karavîl, bi tevî lijneya ku bi wî re ye ji bo ku hinek zîyaretan bike çû Efxenistanê.
Karavîl û lijneya wî, di çarçoveya zîyaretê de bi Wezîrê ‘Erd û Bajarsazîyê yê Efxenistanê Hamdullah Nomanî re hevdîtinek kir.
Nomanî ji Karavîl û lijneya wî re ji bona ku wan zîyaret kirine sipasîyan kir û derheqê projeya bajarsazîya Kabîla Nû de agahîyan da.
Nomanî destnîşan kir ku ew merheleya ‘ewil ya projeyê dawî kirine, xebatên merheleya duyemîn jî didome.
Nomanî di axavtina xwe de weha got, “Di nav projeya me de zanîngeh, nexweşxane, xanî û herêmên civakî wê bicîbigrin. Di projeya ku ew ê 25 hezar metreyî cîh bigre de nêzê 800 xanî bên lêkirin. Em di vê warê de ji we veberhêneran alîkarîyê dixwazin. Mixabin welatê me ji bo veberhênan ciheke gelek baş e û xwedîyê erdnigarîyeke miseît e.”
Karavîl di di zîyaretê de ji Nomarî re ji ber ku wan qebûl kirine sipasîyên xwe teqdîm kir. Got ku ew ji Efxenistanê re muhîmtîyeke cuda didin û ew birayên xwe yên Efxen gelek hezdikin.
Karavîl di axavtina xwe de bal kişand ku di navbera herdu welatan de jî minasebetên dîrokî hene, ew jî dixwazin ku ji projeyên pêşveçûna Efxenistanê re alîkarîyê bidin.
Ji HAKSÎADê ji bo nûkirina Efxenistanê alîkarî
Karavîl di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em wek HAKSÎADê di cihê ku Kabîla Nû bê çêkirin de tehsîskirina erdekî dixwazin. Em plan dikin ku di vê ‘erdê de êtîmxane, cihê tenduristîyê, kargeh, medrese, mescîd û cihên leyîstikê çêbikin. Me di vê meseleyê de projeyên xwe çêkirîye. Em dixwazin ku bi şekleke lez miameleyên fermî bidawî bikin û dest bi kar bikin.” (ÎLKHA)