Îşxalkerên sîyonîst, di bin parastina polêsan de ji derê Fasê ketin nav Mescîdî Eqsayê û gerên provokatîf avêtin û ayîna Talmudayê kirin.

Cihûyîyên sîyonîst, di dema gerê de Filistînîyan qehirandin.

Polêsên îşxalkeran jî di dema gera provokatîf de îzîn neda ku Filistînîyan îbadetên xwe bikin û di têketina wan de astengîya derxist.

Xwespkerên îşxalker, ji sala 2003yan vir ve di bin parastina polêsan de dikevin nav Mescîdî Eqsayê. Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê, ev teşebûsên ku serxwebûnîya Misilmanan îxlal dike bi navê “êrîş”ê dide wesifandin. (ÎLKHA)