Hamasê ku destnîşan kir ku ew bedêla wê çi dibe bira bibe ji planên li ser Mescîdî Eqsayê a rejîma îşxalker re ew ê rê nedin, di nameyê de, diyar kir ku serokên xwespkerên cihûyî ji rayedarên rejîma îşxalker re emir girtine ku bila êrîşên xwe yên li ser Mescîdî Eqsayê zêde bikin.

Di nameyê de xeyn ji van agahîyan diyar kirin ku serokên xwespkerên cihûyîyan ji rayedaran re ji bona ku xeyn ji derê Fasê di derên dinê de jî ji têketina Mescîdî Eqsayê îzîn xwestin û wexta îşxalê jî xwestin ku bila dirêj bibe.

Hamasê ku ragihand ev plana îşxalkeran gelek talukeye û dibe ku ji teqîneke mezin re rê vebike, diyar kir ku ew ji bo parastina Mescîdî Eqsayê bi tevî ummeta Îslamê amade ne.

Hamas di nameyê de diyar kir ku îşxalkeran heta ku êrîşên xwe yên li dijî Filistînîyan û li dijî Mescîdî Eqsayê bidomînin wê ew di nav hizûr û ewlehîyê de nejîn, ji civaka navneteweyî û sazîyan daxwaz kir ku bila ji plana îşxalkeran re rê nedin. (ÎLKHA)