Zilm û zordarî û qetl û hovîtîya siyonistên îşxalker a li ser axên Filistînî yên îşxalkirî bênavber berdewam dike. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin siyonistên îşxalker di heftîyeke dawî de 8 Filistînîyan şehîd kirin.

Tê diyarkirin Filistînî li dijî van êrîş û qetlîamên siyonistên îşxalker bêdeng neman û bi 226 çalakîyên berxwedanê bersiv dan îşxalkeran. Di çalakîyên berxwedanê yên ku hatin lidarxistin de îşxalkerek hat kuştin û 13 jî birîndar bûn.(ÎLKHA)