Bûyer, doh li bajaroka Huwwareya Nablusê pêk hat.

Li gorî vîdeoyên ku hatine weşandin tê dîtin ku di navbera ciwanî Filistînî û leşkerekî îşxalkeran de bi gotinan nîqaş derket û dûre jî leşkerê îşxalker bi çekan êrîşî wî kir.

Hêzên îşxalkeran piştî bûyerê ji ber ku mirovên derdorê li ser serê wan kom nebin bombeyên xazê û bombeyên dengan avêtin derdorê.

Hat diyarkirin ku şehîdê ciwan ji xelqê Osarîna Nablusê bûye û navê wî jî Ammar Muflîh e. (ÎLKHA)