Hat destnîşankirin ku li dijî navçeyên Hays û El-Cebalîyeyê êrîş hatin kirin.

Di encama êrîşê de derheqê mirî û birîndaran de agahîyek nehat belavkirin.

Agirbestîya ku di 2yê Nîsanê de bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû kirin, di 2yê Mijdarê de dawî bûbû.

Li gorî NYyê, herba ku di 2014an heta niha berdewam dike de, bi sedhezaran kes canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)