Li gorî vê qerarê, ji îro pê ve ji geştyarên xwemalî û biyanî yên ku tên Herêma Kurdistanê karta derzîlêdanê nayê xwestin.

Di çarçoveya biryarên nû de hat diyarkirin ku ji bilî saziyên tenduristiyê li hemû cihên giştî yên wekî cihên dînî û xwaringehan bikaranîna maskeyan bijarte ye.

Ji aliyê din ve Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar diyar kir ku ji îro pê ve kertên test û derzîlêdanê nayên bikaranîn. (ÎLKHA)