Bûyer, li Taxa Asyayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mirovên derdorê ji malekî bêhna pîs girtin û xeberê ji polês re şîyandin.

Di nav mala ku bi alîkarê hesinsazekî ve ketin de cesedê zilamekî hat dîtin.

Ceset, ji bo ku bê otopsîkirin hat rakirin merga tip a ‘edlî.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)