Berdevkê Polêsê Zamfarayê Muhammed Shehu, derheqê operasyona li dijî çeteyan hat lidarxistin de daxuyanî da.

Shehu destnîşan kir ku, ew di encama operasyona ku li gundê Gîrkauya girêdayê wîlayetê ye li dijî çeteyan kirin de, 14 kesên ku nêzê 50 rojan e rehînin xelas kirine. Shehu îfade kir ku rewşa wan rehîneyan baş e.

Di encama pevçûna ku derket de jî 6 endamên çeteyên hatin kuştin, sitargeha çeteyan jî hat xerakirin. (ÎLKHA)