Yapicioglu, Bozyelê di Serokatîya Bajêr yê Diyarbekir yê PSKê de zîyaret kir.

“Pêşnîyarên me û PSKê yên derheqê çareserîya meseleya Kurd de pirî caran wek hev in”

Yapiciogluyê ku daxwaz kir ku bila ev kongre di pêşveçûna PSKê û çareserîya meseleya Kurd de bibe wesîleya xêrê, “Armanca me ya dinê yê di zîyaretê de ev e; em dixwazin ku ev dîyaloga me piştî ev zîyaretê jî bidome. Pêşnîyarên me û PSKê yê derheqê çareserîya meseleya Kurd de pirî caran wek hev in. Di gelek mijaran de û gelek meseleyan de gotûbejan bikin û dibe ku di hinek meseleyan de bi hev tevger bikin.”

Yapicioglu bîr anît ku ew ê di 19ê Kanûna Pêşîn de salvegera sazîya 10emîn ya HUDAPARê pîroz bikin, ew ê ji pîrozbayîya ku li Diyarbekirê bê tertîpkirin re Bozyelê jî dawet bikin.

Bozyel jî di daxavtina xwe de îfade kir ku ew ji ev zîyaretê gelek kêfxweş bûne û weha got, “Bi rastî Tirkîye di pêvajoyeke hessas hetta pêvajoyeke awarte de derbas dibe. Gelek problem ketine ser hev û ev probleman jî problemên 100 salê ne. Ji alîyê din ve jî li Tirkîyeyê ji ber hilbijartinê  îhtîmala veguherînê heye. Mînak hikumet jî muxalafet jî makeqanûna nû û sîstema Serokkomarîyê nîqaş dikin. Meselay Kurd bi tevî hemû giranî û germîya xwe di rojeva Tirkîye û rojhilatanavîn de ye.”

Bozyel di axavtina xwe de qala muhîmtîya dîyaloga di navbera partîyan de jî kir û weha axavtina xwe zêde kir, “Çîmkî ev mesele ne meseleyek alîyekî ye, ev meseleya civakê û dîrokê ye. Divê ku hemû alîyan him ji bona makeqanûneke nû û him jî meseleya Kurd di nav aştî û demokrasîyê de çareser bikin û ji bona ev jî heta ji wan bê gerek îttîfaqê bikin. Di vê meseleyê de bi taytebî di navbera sîyasetmedarên Kurdan de û bi giştî sîyasetmedarên Tirkîyeyê de hewceye ku dîyalog hebe, mixabin ji ev dîyalogê re lazimatî heye. Divê ku dubendî ji holê bê rakirin. Divê ku rêyên dîyalogê, gotûbejan û hevdîtinan vebe ku em meseleyên xwe bi eqlî nîqaş bikin û em jî çareserîyek bibînin.”

Bozyel di dawîya axavtina xwe de weha axivî, “Di vê çarçoveyê de hatina Kekê Zekerîya û HUDA PARê gelek muhîm e. Em jî ji ev hatin û zîyaretê re roleke mezin didin. Em piştî vê zîyaretê hevdîtinan bikin û ez hêvîdar im ku em ê di meseleyên rêyeke çawa bibînin, çawa çareserîyan bibînin û ev xwîn û tundîyê çawa dawî bikin de hevdîtinan bikin. Em destê xwe bidin destê hev û mil bidin hev ku ji ev welatê re aşîtîyê, hizûrê û selametîyê bînin û em çareserîyekî bibînin.” (ÎLKHA)