Fermandarê yekîneyên li Ukraynayê ê Rûsyayê Sergey Surovîkîn, ji Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re rapora vekişîna leşkerên Rûsyayê ji Xersonê pêşkêş kir.

Şoygu pêşnîyaza vekişînê qebûl kir û telîmata, “Vekişîna yekîneyan dest pê bikin, ji bona sewqîyata çek û cebilxaneyan hemû tedbîrên ewlehîyê bigrin.” Da.

Bi vê şeklê, ji serê herbê heta niha Rûsya cara yekem e ku ji herêmeke ku îlhaq kirîye vedikişe. (ÎLKHA)