Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin ya Misirê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku li taxa Imbabaya ku li başûra Qahîreyêye avahîyeke 5 qatî hilweşîya.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 3 kesên ku ji ber hilweşînê di bin enqazê de mane mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat diyarkirin ku di dema hilweşîna avahîyê de avahîya kêlekê jî zerarê dît û ji ber tedbîrê ew avahî jî hat tehlîyekirin. (ÎLKHA)