Qeza li ser kolana İbrahim Karaoğlanoğlu ya navçeya Îskenderunê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn du wesayît li hev qelibîn. 6 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)