Serokê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Andriy Yermak di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de dîroka "11.11.22" nivîsand.

Li ser bingeha abîdeya ku li ber avahiya îdarî ya li navenda Xersonê ye, ala Ukraynayê û ala Yekîtiya Ewropayê hatin danîn.

Leşkerên Ukraynayê li navendên fermandariyê yên ku hêzên Rûsyayê lê diman hatin bicihkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê biryar dabû ku xeta parastinê ya li bajarê Xersonê bi temamî ji aliyê çepê yê çemê Dnipro ve were vekişandin.

Xerson, li gel herêmên Donetsk, Luhansk û Zaporîjya yên Ûkraynayê, bi belgeyên ku di 30yê Îlonê de ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hatibûn îmzekirin, hatibû îlheqkirin. (ÎLKHA)