Ji teref Kerwana Hêvîyê ya Cizîrê ve li Cizîrê di navbera 1-4ê Mijdarê de ji bo feqîr, yetîm û muxtac  kermes hat lidarxistin û bi qezenca ku ji kermesê hat bidestxistin ji kesên feqîr  alîkarîya kolîya erzaqê û goşt hat belavkirin.

Serwet Adlimê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê  derbarê mijarê de destnîşan kir, ew bi qezencên ku ji kermesê bi dest xistin ji bo kesên feqîr kolîyê erzaqê û paketa goştê sor amade kir û ji wan re belav kirin.

Adlim di dawîya axavtina xwe de ji temamê kesên ku keda wan di vê alîkarîyê de heye re teşekkur kir.(ÎLKHA)