HAMAS, di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Em bi navê Hereketa Berxwedena Îslamî ya Filistînê ev teqîna ku li ser Ceddeya Îstîklalê ya Stenbolê bûbû sedema mirin û birîndarbûna sîvîlan bi gotineke giran şermezar dikin.

Em îfade dikin ku em li alîyê xelq û dewleta Tirkîyeyê ne.

Ji Xwedê Teala ji bona kesên ku rehmet kirine daxwazîya rehmê dikin, ji bo birîndaran jî şîfa xêrê daxwaz dikin. Xwedê Teala Tirkîye û xelqê wê bila ji hemû xerabîyan mihafeze bike.”

Li Ceddeya Îstîklala Stenbolê teqînek pêk hatibû û di encama teqînê de 6 kes canê xwe dest dabûn û 81 kes jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)