Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê ji bo parêzbendîya 39 wekîlên ku di nav wan de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî heye, bê rakirin 63 fezleke temam kirin. Fezlekeyên ku hatine temamkirin ji teref Wezareta Edaletê ve hat şandin meclîsê. Di nav wekîlên ku derheqê wan de fezleke hatine amadekirin de her wisa Umît Ozdag û wekîlên HDPê jî hene.(ÎLKHA)
Ji bo parêzbendîya 39 wekîlan bê rakirin fezleke hatin şandin meclîsê
Ji bo parêzbendîya 39 wekîlên ku di nav wan de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî heye, bê rakirin fezleke hatin şandin meclîsê.
27.11.2022 14:50:12 / Xeberen Kurdi