Ji ber hişkesaliyê herêma Katalonya ya Sipanyayê rezervên avê ji %30 paşve çû.
6 mîlyon 700 hezar kes ji ber kêmahîya avê bi şeklekî menfî tesîrdar dibe.
Hikûmeta Katalanan diyar kir ku, ji bo ku ji hişkesalîyê re bibe çareserî ewê bi karanîna avê ya zêde kêm bikin.
Li gorî vê yekê bikaranîna avê; di çandinîyê de ji %25, di xwedîkirina heywanan de ji %10 û di qada pîşesazîyê de jî ji %5 hatiye sînordarkirin.
Avên ku di malan de tê bikaranîn ewê a niha astengî jêre neyê anîn. (ÎLKHA)