Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha 178 kes canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Navenda Kontrola Nexweşîyên Nîjeryayê ve hat ragihandin, li welêt di navbera 1ê Çileyê û 20ê Mijdarê de bi zêdetirî 8 hezar kesî re şoba Lassayê hat dîtin ku ji ber vê yekê heta niha 178 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)