Bûyer derdora seat 14.30î de li Taxa Gultepeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Esentepeyê îskeleya înşaata camîyê hilweşîya. Di encama bûyera ku pêk hat de nêzî 20 kes birîndar bûn.

Hat hînbûn rewşa hinek birîndaran giran e.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.(ÎLKHA)