Barana gur a ku li herêma Kîvûya Başûr a li rojhilatê welêt bi bandor bû û 2 roj dewam kir, li herêmê bû sedema hezazê.

Di hezazê de 11 kesan canê xwe ji dest dan, der barê 7 kesan de jî agahî nehate bidestxistin.

Her wiha ji ber şimitîna axê gelek xanî jî nikarin bên bikaranîn.

Tê tirsandin ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)