Wezîfedarên tenduristîyê û polêsên rejîma îşxalker a sîyonîst daxuyandin ku, di encama teqînên ku du rawestegehên otobûsan pêk hatin de sîyonîstek mir, 2 jê giran herî kêm 17 sîyonîst jî birîndar bûn.

Teqîna ‘ewil, li Givat Shaulê, di seet 07.00an de li nêzê têketina Qudsê pêk hat.

Wezîfedarên tenduristîyê yê rejîma îşxalker daxuyandin ku di teqînê de 2 jê giran 11 kes birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku birîndar hatin rakirin nexweşxaneyên Shaare Zedek û Hadassah Ein Keremê.

Li çarrêya Ramota têketineke cuda yê Qudsê jî di seat 07.30yan de teqîneke duyemîn pêk hat.

Hat diyarkirin ku di encama teqîna duyemîn de jî 7 kes sivik birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku ji birîndaran yek yê ku hat rakirin nexweşxaneyê mirîye.

Li gorî xeberên ku di medyaya sîyonîstan de derdikeve, tê texmînkirin ku teqîn ji ber çenteyên ku tê de bombe hebûne pêk hatibe. (ÎLKHA)