Leşkerên îşxalker danê vê sibehê avêtin ser Taxa El-Target a Cenînê. Baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam û baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî Hêzên Quds diyar kirin ku mucahîdên wan bi îşxalkeran re ketine pevçûnê, gule berdane û bombeyên destan avêtine.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku ciwanê Filistînî yê ku di encama gulebarana leşkerên îşxalker a li Cenînê de ji zikê wî bi giranî birîndar bûbû şehîd bû.

Medyaya Filistînê ragihand ku di pevçûnan de 4 filistînî birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku leşkerên îşxalker bi dehan wesayitên leşkerî ketin bajarê Cenîn, balafirên keşfê yên bêmirov jî çavdêriya hewayî pêk anîn, hêzên îşxalker malek li Taxa El-Target dorpêç kirin û Ratib El-Balîyê  ciwanê berê yê birîndar desteser kirin. (ÎLKHA)