Weqfa Zarokan Xelas Bikin bi wesîleya 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê ye daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Yemenê ji serê salê heta meha Mijdarê 92 zarok mirine û 241 zarok jî birîndar bûne

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li welat her roj zarokek birîndar dibe û li herêmê rageşî zêde dibe.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên şer hat kirin ku pêşî li êrîş û tundiya li ser zarokan bigirin. (ÎLKHA)