Ajansa nûçeyan a Rejîma Sûriyê SANA'yê ragihand ku rejîma îşxalker a siyonîst li 3 bajaran hinek nuqteyan hedef girtin.

Di xeberê de hat îfadekirin ku di encma êrîşê de 4 leşker mirin û leşkerek jî birîndar bû.

Hat destnîşankirin ku êrîş di seatê 06.30yan de hat kirin.

Rejîma îşxalker a siyonîst ji sala 2011`an ve ku şerê navxweyî dest pê kir, êrişî cihên leşkerî li Sûriye'yê dike. (ÎLKHA)