Otobûsa ku gelek geştyar tê de bûn li bajaroka Bêxala ku li navçeya Soranê ye qeza kir.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di otobûsê de 40 rêwî hebûne di encama qezayê de gelek kes birîndar bûne, kesên birîndar jî hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat destnîşankirin ku qeza ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kirîye pêk hatîye. (ÎLKHA)