Ebûbekîr îro beriya saetekê di daxuyanîyekê xwe de gotibû, birîndarekî bûyerê îro li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye û hejmara qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê derketîye 11 kesan.
Bi dîtina 3 termên nû, tê îddîakirin ku termeke tenê di bin enqazê de mabe.
Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Silêmaniyê pêştir diyar kiribû, hêj 4 kes di bin enqazê de mane lê ew nizanin ka sax in an jî mirîne.
Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, 6 birîndarên bûyerê li nexweşxaneyê mane ku rewşa 2 ji wan giran e û di bin çavdêriya awarte de ne. (ÎLKHA)