Bureyk, doh di seatên êvarê de li bajara Rafaha ku li başûra Xezzeyê ye bi armanca Qudsê, Mescîdî Eqsayê û Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye alîkarî bê kirin daxuyanîyeke çapemenîya komî li dar xist.

Bureyk di daxuyanîya xwe de weha got, “Ew ê şûrê Qudsê nekeve nav kalana xwe û îro jî bi şeklê tezî tê girtin. Divê ku ji êrîşên provokotîf a ku rejîma îşxalker li Şerîaya Rojava dike re misaede neyê dayîn. Berxwedan, bijartina xelqê me yê ku mafên xwe, îlkeyên xwe yên Îslamî û netewî qebûl nakin ku bikin meseleya bazarîyê ye.”

Bureyke di berdewama daxuyanîya xwe de bang li xelqê ku li bajarên Şerîaya Rojavayê ne kir û got ku bila alîkarîyê ji berxwedana ku li Nablusê tê dayîn re bidin û di berdewama daxuyanîya xwe de weha got:

“Yekîtîya netewî jî li gorî tercîha berxwedanê rê digre. Ez qerarîya ku li Mescîdî Eqsayê û li Qudsê tê dayîn pîroz dikim. Ji bona ku pêşîya fealîyetên provokatîf û êrîşên a şênîyên tund bên girtin divê ku hejmarê rîbatên ku li Mescîdî Eqsayê ne bê zêdekirin. Ji welatên Erep û Îslamê re jî bang dikim ku bila ji bona Mescîdî Eqsayê dest bi hereketê bikin û minaseberên xwe yên bi rejîma îşxalker re jî bi lez û bez qut bikin.” (ÎLKHA)