Qeza, li alîyê Yilanlikayaya ku li ser rêya Sêwas-Enqereyê ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya ku di bin kontrola S.K. de bû, li belgîreke bereday a ku derket ser rê qelibî.

Bi tesîra lê xistina erebeyê belgîr pekîya û li du otobûsên cuda ên ku li pey hev dihatin ket.

Di qezayê de 15 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar, ji teref 112yê ve hatin rakirin nexweşxaneyên li Sêwasê. (ÎLKHA)