Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Madya Pradeşa Hîndistanê tankereke ku di rê de diçû qelibî û teqîya.

Di qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan, herî kêm 25 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran, destnîşankirin dema ku tanker diqelibe xelqê herêmê jî diçin cihê qezayê û teqîn jî wê demê pêk tê.

Kesên birîndar, ji bona tedawîyê hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)