Serokkomar Erdogan, di bernameya ku li Qada Îstasyonê ya Dîyarbekirê ji bona vekirina 140 projeyan hat tertîpkirin de axivî.
Serokkomar Erdogan di axavtina xwe de derheqê Girtîgeha Dîyarbekirê de weha got, “Me di zîyareta xwe ya dawîn de soz dabû ku em ê girtîgeha Dîyarbekirê vala bikin û bikin Navenda Çandê, me sozê xwe girt, bi temamî vala kir. Ji îro pê ve ji Wezareta me ya Geştyarî û Çandê hatîye neqilkirin. Wezareta me ya Geştyarî û Çandê projeyên xwe yên ku hewcene amade kirîye. Avahîya Girtîgeha Dîyarbekirê ya ku ji zilm, rojên êş û elem û yadîgarên xerab re bûye mesele êdî him di hafizayê de û him jî di herêmên cuda de bibe cihê xizmetê. Ez ji niha ve ev avahîya ku tê de pirtûkxane, mûze agahîyên senat û çandê hebe dibêjim ku bila ji Dîyarbekirê me re ser xêrê be.”
Erdogan, piştî axavtina xwe vekirinên komkirî tertîp kir. (ÎLKHA)