Di dawîya komxebata ku li Êlihê bi temaya “Jiyan bi Nimêjê Xweş e” hat tertîpkirin de encamnameya komxebatê hat belavkirin.
Encamnameya komxebatê di Koordînatorîya Platforma Nesla Quranê de ji teref Suleyman Işik ve hat xwendin.
Encamnameya Komxebatê weha hat belavkirin:
“Encamnameya Komxebata Nimêjê
Li Navenda Çanda Êlihê bi koordinasyona Platforma Nesla Quranê di 23.10.2022yan de Çaliştiya Nimêjê a 4emîn bi şiara “Jiyan Bi Nimêjê Xweş e” bi 3 civînan hat tertîpkirin. Di ev Komxebatê de li ser rewşa mewcud a Misilmanê ya di çarçoveya îbadeta nimêjê de, pêşnîyazên derheqê çareserîyên li ser lazimatî û pirsgirêkên li ser nimêjê de hatin gotin hat sekinandin. Ji Komxebatê re, rîspîyên me yên ji bajarên cuda ên welatê me, endamên hindekarîyê, nivîskar û lêkolîneran û gelek dildarên nimêjê beşdarî bûn. Di encama nirxandinên ku hatin kirin de bi Encamnameya Komxebatê li ser van meddeyên ku bên nivîsandin hatin sekinandin.
1. (Dûre piştî vana nesleke ku nimêjê nake û li pey daxwazîyên nefsên xwe diçin çêbû. Vana helbet ew ê cezaya dijwarîyên xwe bibinin.) (Meryem-59)
Nimêj; stûna dîn, îbadeta herî bixêr û girêya ku di navbera evd û Xwedê de yê herî biqewet e. Hemû pêxemberan ev îbadetê bi cih anîtine û ji însanan re jî nimêjê hîn kirine. Lê çi wextî ku nimêj hatîye terkandin, însanan jî li pey daxwazîyên nefsên xwe yên ku biencambûna piştî qetandina ev girêya bingeh a ku di navbera evd û Xwedê de heye çêdibe dikevin û berê xwe ji emrên Xwedê dugeherînin. Bê guman di milkê Xwedê de, ber guhertina evdên Xwedê a ji nimêjê, çalakîyeke derbasbûna sînorên xwe û dijwarîyeke ku bêceza neyê hêştin e.
2. Di dema ev axirzamana ku em têde ne û fitne di çar alî de însanan bangê heraman dike de, terkandina hemû tiştên ku ji nefsê re xweşik tênê û rojê pênc wext çûndina li hizûra Xwedê Teala, nîşana gihaştina şiûra evdîtîyê a bi rastîyê ye. Ev şiûr ji mirovan re îtaetkirina li ber hêzeke bi qewet a mezin û hîssîyata hewcedarîya tenzîmkirina jiyanê li gorî wê qewetê û tehmeke xweşik a menewîyeke mezin dide tehmkirin. Emelekî ku mirov rojê pênc wext di jiyana xwe de bike, û ew jiyan bibe perçeyeke ji wê emelê, wê emela ku bûye perçeya jiyanê ew ê wê jiyanê bike nîzamek û rêzkarîyekî.
“Kê ku nimêja serê sibê bike ew kes di bin parastina Xwedê de ye.” (Mûslîm, Mesacîd, 262)
Nimêja serê sibê, şikra ji bona roja nû ya ku hatîye dayîn, jiyaneke nû ya ku hatîye dayîne û ji bona li hember zorîtî û zehmetîyên ku di wê rojê de bên dîtin ji bona bi temamî bêçarêtîyên xwe hawarxwestina çûndina cem hizûra Xwedayê ku xwedîyê kerem û qudretê ye. Bi piştevanîya qeweteke ewakî destpêkirina rojeke nû û jiyaneke nû ew kesê bi qewet dike û jiyana wê jî manîdar dike.
Lê nimêja serê sibê digel ewqas teşwîq û emiran, li gorî nimêjên wextê dinê nimêja herî zêde yê ku nayê kirin e. Li gorî wextên dinê mizgeft di vê wextê de gelek vala dimînin. Ji ber vê yekê bi taybetî vê civakê derheqê nimêja serê sibê de zanedar bikin, ew ê ev zanedarî jî di meseleya kirina nimêjên dinê de jî ji bona ku binîzam bê kirin wê îmkanî çêbike.
4. Hemû rûyê ‘erdê ji ummeta ku Pêxemberê wê ummetê dibêje ku “Xwedê Teala rûyê ‘erdê ji min re mescîd hesibandîye.” (Nesaî, Mesacîd,42) re mescîd e. Encax ji bona yekîtî û biratîya di navbera mominan de heye û ji bona gelek wezîfeyên ku di navbera civakê de heye bê çêkirin lazimatî ji mescîd û mizgeftan re heye. Bi rastî jî şixulandina Dar’ul Erkamê ya bi daxwazîya Pêxemberê me di Mekeyê de, li Medîneyê lêkirina Mescîdî Nebewî û Mescîdî Kubayê nîşanên ku li ber çavan in. Bi tevî van tiştan ji mominan re, li mizgeftê nimêjkirina bi cemaatî jî bi girîng hatîye tewsîyekirin. Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) derheqê meseleyê de di du hedîsên xwe de weha dibêje: “Nimêja ku bi cemaetî hatîye kirin, li gorî nimêja ku bi tenê hatîye kirin 27 derece xêrtir e” (Buharî, Ezan,30), “Kê ku biçe mizgeftê û were, Xwedê Teala di cennetê de ji bona her çûndin û hatina wê sifreyek hazir dike.” (Bûharî, Mesacîd, 662)
Ji ber vê yekêye ku divê mescîdan û mizgeftan tu dem bêcemaet û bênimêj neyê hêştin.
5. Dersa Agahîya Exlaq û Çanda Dîn a ku ji sinifa 4emîn dest pê dike, divê ku di mifredatê de ji sinifa 2yemîn pê ve bê dayîn, li gorî tewsîyeya Pêxemberê me gerek ji 7 salî pê ve dest bi perwerdehîya nimêjê bê kirin û bi taybetî ji ev tiştê re ciheke firêh bê hêştin.
6. Divê ku di dema ku planên jîngehan bên çêkirin mizgeft û dibistan nêzê hevdû bin û ji ev tiştê re girîngî bê dayîn, wê bi vê şeklê di navbera xwendekar û mizgeftê de girêyekî saxlam bê avêtin.
7. Alîyê teorîk a îmanê çawa ku Kelîma Tewhîdê ye, nîşana wê ya berbiçavan û îspata wê jî nimêja pênc wext e. Li gorî distûra nebewî a ku dibêje ‘Nimêj, di navbera momin û kafir de ferqa herî xuyang e’ momina bênimêj nayê fikirandin. Çawa ku jiyaneke bêav tineye îmanekî bênimêj jî xeyn ji gotinê tiştekî nîne. Nimêj, ferdên monim û civakê îhya dike û ev herdu jî dixwazin ku li ser sinnetê rabin pîya çareserîya wan nimêj e.
8. Nimêj; wek ku di ayetê de dibêje “Muheqeq nimêj ji bêheyatî û pîsîtîyan ve dûr dixe” kesê ku nimêja xwe dike wê kesê xwe ji pîsîtîyan diparize. Dîsa nimêj; wek ku di hedîsê de derbas dibe “mîsala nimêja ku pênc wext tê kirin; wek ku hûn di wê çema ku li ber mala we biherike de rojê pênc wext xwe bişon e” mirovan paqij dike. Ji ber vê yekê nimêj, bi tevî dermanê nexweşînên manewî edresa hizûr, ewlehî û qezenckirina daxwazîya Xwedê û gihaştina xelasîyê ye.
Komîtîya Meşandin û Vesazkirina Komxebatê a Jiyan bi Nimêjê Xweş e”