Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxanistanê Zebîullah Mucahîd û digel wî heyetek pêk ve navenda Heyeta Alimên Filistînê ya li Stenbolê ziyaret kirin.
Ziyaret di pêşîvantîya Yekîtîya Alim û Medreseyan de hat kirin. Alimên Îslamê yên Filistîn, Surîye, Misir, Lîbya, Erître, Libnan û Tirkîyeyî beşdarî hevdîtinê bûn.
Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxanistanê Zebîullah Mucahîd di hevdîtinê de alimên ku di hevdîtinê de hazir bûn di warê rewşa dawî ya Efxanistanê de agahdar kir.(ÎLKHA)