Qeza, li navçeya Eflanê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku karkerên tekstîlê tê de bûn, li alîyê gundê Akorenê ser rêya Eflanî-Pinarbaşiyê qelibî.

Di encama qezayê de 13 karker birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Kesên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Entegraya Navçeya Eflanî û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Karabukê.

Hat hînbûn ku karker di fîrmayeke tekstîlê a ku li navçeya Pinarbaşiya Qastamonûyê ye de dixebitin. (ÎLKHA)