Li gorî daxuyanîya nivîskî ya ku ji teref Hîva Sora a Filistînê ve hat belavkirin, li Nuqteya Kontrola Beyt Eyla ku li bakura Ramallahê ye, Rojhilata Qudsê, Rojavaya Nablusê, Rojhilata Kalkîlya û El-Xelîlê di navbera Filistînîyan û leşkerên îşxalkeran de pevçûn derket.

Di encama bûyerên ku pêk hatin de 3 jê zarok tevde 7 kes ji tefef guleyên îşxalkeran ve birîndar bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku 99 Filistînî jî ji ber xaza ku çavên mirovan stêrk dike tesîrdar bûn. (ÎLKHA)