Qeza, li navçeya Kurtunê pêk hat.

Qamyoneta ku di bin kontrola F.C. de bû, ji ber ku şofêrê qamyonetê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li kendalê gêr bû.

Di qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dan.

Cenazeyên ku ji teref ekîbên AFAD û îtfaîyeyê ve ji cihê ku asê mabûn hatin derxistin, hatin rakirin merga Nexweşxaneya Dewleta Kurtunê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)