Putîn, li çar herêmên ku li Ukraynayê di dawîya meha Îlonê de qerara îlheqkirinê dabû daxuyand ku rêveberiya awarte hatîye îlankirin.

Putîn, di civîna Konseya Ewlehîyê de di daxuyanîya ku bi onlîne belav kir de, îfade kir ku ew li herêmên Zaporîjya, Xerson, Donetsk û Luhanskê rêveberiya awarte girtine.

Rêveberiya awarte, li gorî qanûnên Federasyona Rûsyayê dikare li ser ‘erdên welatê xwe an jî li herêmên alîyê xwe îlan bike. Ev qerara rêveberiya awarte di rewşa tehdîdekî an jî êrîşekî yê ku ji Rûsyayê re bê kirin de tê girtin. Ji sala 1991an heta niha li Rûsyayê rêveberiya awarte nehatîye îlankirin.

Îlheqkirina ev herêman ji teref Tirkîye û welatên Rojavayê ve nayê qebûlkirin. (ÎLKHA)