Yalçin, anî ziman ku kurdan bi medreseyan zimanê xwe bi pêş xistiye û tenê bi vê yekê têr nabin û got ku kurdan ji bo pêşketina Îslamê gelek xebatan kirine.
Yalçin diyar kir ku Kurdan di belavbûna Îslamê ya li herêmê de roleke mezin lîstin û weha got, "Helbet Kurdan, di alema Îslamê de ti carî sînorên di navbera Misilmanan de nas nekirine. Ji ber vê yekê Kurdan hevokên weke 'jor- sînor-bin-sînor' negotine û bikarnanîne. Gotineke welatê felan an jî welatê fîlan ti deme negotine.”
“Mafên Kurdan ên xwezayî û meşrû ji teref nîjadperestên wan ve nehat dayîn”
Yalçin bal kişand ku dijminên Îslamê dixwazin Kurdan ji Îslamê dûr bixin û axavtina xwe weha domand, "Mixabin Kurd hatine asîmîlekirin. Dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû, gotin ku me ji neteweyekê netewe ava kir. Dûre jî gotin ku Tirkiye tenê ya tirkan e, ne ya tu kesî ye. Ji aliyê siyasî ve jî ev tiştê dan rûniştandin. Li Tirkiyeyê nêzî 20-25an nîjad hene, lê bi vê gotinê yek ji wan nehate naskirin. Dema jê tê pirsîn ku ji xeyn tirkan nîjadên dinê çi ne. Wan bersiv da ku ew jî Tirk in. Bi vê şeklê ketin nav rewşeke asîmîlekirinê. Mafên Kurdan ên xwezayî û meşrû ji teref nîjadêperestên wan ve nehat dayîn."
Yalçin, diyar kir ku Yasîn Börü û hevalên wî di êrîşên 6-8ê Cotmeha 2014an de ji teref PKKyiyan ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin û got ku rêxistina navdar bi heman awayî gelek cih şewitandin û xera kirin.
"Berdêla PKK'ê ji bo Kurdan mirina herî kêm 50 hezar kesî bû"
Yalçin di berdewama axavtina xwe de weha got, "Ji ber vê yekê hewl dan Kurdan weke neteweyeke şerker û di nava şer de ne nîşan bidin. Ev herêmê weke heremeke şer nîşan dan. Ev îdraqê kirin. Berdêla PKK'ê ji bo Kurdan kuştina herî kêm 50 hezar kes û 500 milyar dolar zerarê dîtiye. Her çendî ku hukûmeta Kurdistanê, çiqas jî PKKê dixwest bi wan re şer bike, rêveberiya Kurdistanê li dijî wan şer nekir.”
Talçin, di berdewama axavtina xwe de bal li ser gotina "Pirsgirêka herî mezin a Kurdan PKK ye." kişand û weha got, "Di vî warî de roleke girîng li ser birayên me yên tirk ên misilman dikeve. Çîmkî hinek birayên me yên tirk, bi rastî kurdan wek bira nabînin, wan wek terorîst û ermenî dibînin."
"Divê alim rê nedin ku Kurd di asta nijadperestiyê de ji rê derbikevin"
Yalçin di axavtina xwe de weha got:
Şêx Seîd ji bo Îslamê micadele kir, çîmkî encax tenê tevgera îslamê dikaribû Tirk û Kurdan bîne kêleka hev. Her çiqas jî hinek kes jê re bibêjin sîxur û xayinê Îngîlîzan e, lê armanca wî ew bû ku xîlafeta Îslamê pêk bîne û li dijî wê micadeleyê bike.
Meseleyên di nava kurdan de meseleyên ummetê ne. meseleyên Ummetê jî meseleyên ku divê alim çareser bikin ne. Weke ku Pêxember jî gotiye, em wek perçeyên laş in.
Zihniyeteke ku bi Kurdan re şer dike û li dijî Kurdan şer îlan dike heye. Hinek beş dibêjin bila kurd bibin xwedî dewlet, her çiqas Marksîst, sosyalîst, laîk be jî. Tiştekî wisa nabe. Tiştekî wiha ji me dûr e.
Divê alim rê nedin ku Kurd di asta nijadperestiyê de ji rê derbikevin. Divê alim nehêlin kurd nijadperest bin. Divê di vê mijarê de bi xîret bin. Kurd ji vê yekê dikarin çi bi dest bixin?
Laîk û nijadperest dibêjin, 'Bihevrebûn wan ê bi gelên din re û bûyîna yekitiya Kurdan ji bona wan koletî ye. Ew dibêjin divê em serbixwe bin.' Em jî dibêjin na! Em ummetek in. Îcar ev dê çawa bibe? Divê her dem kesên wek Selahedîn-î Eyûbî derkevin. Çêbûna Selahedînê Eyûbî tê wateya ji nû ve derketin û serdestiya Îbnî Esîr, zanist û şaristaniyê.
"Di navenda nûbûna civaka xwe de aliman hene"
Yalçin, anî ziman ku meseleya kurd ne tenê ji siyasetmedaran û yên Îslamê nas nakin re ye, destnîşan kir ku meseleya aliman e.
Yalçin got, "Divê Misilman bernameyên xwe bi xwe çêkin. Divê li alîkariyê negerin. Di navenda nûbûna civaka xwe de aliman hene. Tevgera alim tê wateya tevgera dîrok û tevgera cîhanê. Tenê di bi vî awayî alim dikarin erkên xwe pêk bînin." (ÎLKHA)