Qeza, li nêzê Taxa Çobanîsaya li navçeya Şehzadelerê pêk hat.

Otobûsa rêwîyan a ku di bin kontrola A.K. de bû û li alîyê Turgutluyê diçû, bi mînîbûsa ku di bin kontrola M.E.T. de bû, otobûsa ku di bin kontrola M.K. de bû û erebeya ku nasnameya şofêrê wê nehat bidestxistin qelibî.

Di encama qezayê de 24 kes birîndar bûn, kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û gelek ekîbên polês û îtfaîye jî hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)