Qeza li ser rêya E-88 a Termînalê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin wesayîta ku karkeran dibire fîrmayeke tekstîlê ya li Herêma Pîşesaziya Organîzeji kontrolê derket û wergeriya.

Li gor tespîtên ewil di qezayê de ajokar û 5 karker birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, agirkuj û polês sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Birîndar piştî kontrolên ewil ên ekîbên tenduristiyê bi ambulansê hatin rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Yozgatê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Serîlêdanê ya Zanîngeha Bozokê.(ÎLKHA)