Yapiciogluyê ku di Serokatîya Bajara Dîyarbekirê ya HUDA PARê de aliman pêşwazî kir, mêvanan bi germayî pêşwazî kir.

Yapiciogluyê ku bal li ser muhîmtîya aliman a ji bona erdnigarîya ummetê heye kişand, got ku ew hevdîtina aliman girîng dibînin.

Yapicioglu di axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya berdewamkirina organîzasyonên ewakî kişand û weha got, “Îttîhada ulemayan û îttîfaqa rêvebiran, mifteya çûndina rêya yekîtîya ummetê ye. Ger ku îxtîlaf di nav ‘ewaman de bê minaqeşekirin em ditirsin ku ew ê teessup çêbibe û Xwedê mihafeze bike ku bibe sedema mezinbûna ev îxtîlafan.”

Şêx Bîlal Şabanê Serokê Tevgera Tewhîdê ya Libnanê ku bi navê lijneyê axivî, ew xebatên HUDA PARê ê ku ji bona ummetê dike bi qîmetek teqîb dikin û di xebatên wan de ji wan re serfirazîyê daxwaz kir.

Zîyaret, bi dua û arezûyên dualî dawî bû. (ÎLKHA)