Êrîşên Rûsyayê a ku di 24ê Sibatê de li Ukraynayê dabû destpêkirin didome. Piştî bombekirina Ukraynayê a ji Pira Qirimê re, Rûsya jî êrîşên xwe yên li Kievê didomîne.

Kîltschkoyê Serokê Şaredarîya Kievê derheqê teqînan de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de ragihand ku herdu teqîn jî li navenda bajêr pêk hatine.

Tê diyarkirin ku ji ber teqînan mirî û birîndar hene.

Derheqê teqînê de hêj tu daxuyanîyeke fermî nehat belavkirin. (ÎLKHA)