Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, beşdarî bernameya “Hevdîtina Aliman a 7emîn” bû di bernameyê de axavtinek kir.

Yapiciohlu di destpêka axavtina xwe de destnîşan kir ku ew çend seat berê xebera bûyera madenê girtine û weha got, “Rojekî berê dema ku çend seat mabû ku hevdîtina aliman a 7emîn dest pê bike me xebera qezaya ku bû sedema rehmetkirina 41 madenvanan bihîst. Ez di pêşîya axavtina xwe de ji birayên me yên ku li Bartinê di facîaya madenê de rehmet kirine re, ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê, ji malbatên wan ên xemgîn re daxwazîya sebrê û emrekî bi xêr dikim. Birîndarên ku di nexweşxaneyê de ne hene. Ez ji bona wan jî daxwazîya şîfa xêrê dikim.”

Yapicioglu di axavtina xwe de derheqê Yusuf el-Qaradawîyê ku 20 roj berê rehmet kir de jî axivî û weha got, “Dîsa ez Ustad Yusuf el-Qaradawîyê ku 20 roj berê wê emrê xwe yê bi bereket dawî kir û emanetê teslîmê xwedîyê wê kir bi rehmet yad dikim. Xwedê Subhanehu we Teâlâ bila bi rehma xwe bi wî re miameleyê bike, meqamê wî bike cennet, asta wî alî bike. Ji me re jî heta di dawîya hilma xwe de emîntîya emanetê bike nisîb.”

Yapicioglu, derheqê hevdîtinê de jî ji ÎTTÎHADUL ULEMA û Mele Enwer Kiliçarsalanê Serokê Giştî yê Yekîrîya Medreseyan û Aliman re sipasîyan kir, “Ez hemû birayên xwe û ustadên xwe yên ku ji welatên cuda yê erdnigarîya ummetê hatine, bi hirmet û bi mihebbet silav dikim.

Îsal hevdîtina aliman a 7emîn tê tertîpkirin. Ez ji ÎTTÎHADUL ULEMA û xasseten ji Ustad Mele Enwer Kiliçarslanê serokê ÎTTÎHADUL ULEMAyê re sipasîyan dikim. Xwedayê min bila ji wan kesên ku tertîp kirine, alîkarîyê kirine û beşdarî bûne re razî bibe. Bila ev hevdîtinê bike wesîleya xêrê, mêwên vê hevdîtinê jî bi xêr û bi bereket bike.”

“Ji ber ku yekîtîya me ya li hemberî neyarên me tineye windayên me jî mezin e”

Zekerîya Yapicioglu derheqê nexweşîn û neyekîtîya ummetê de jî axivî û weha got:

“Civînên ewakî, di dîtina pirsgirêkên me û mizakarekirina çareserîyên wan, teşhîskirina nexweşiyên me û biryardana li ser rê û rêbazên dermankirinê de wesîleyeke muhîm e.

Birînên me kûr in. Neyarên me pir in û çeşîd bû çeşîd in. Ji ber ku yekîtîya me ya li hemberî neyarên me tineye windayên me jî mezin e. Feqet xizanî, cehalet û îxtîlafên me pişta me şikandine. Lê hêvîya me biqewet e. Em ne bêhêvîdar in û em zanin ku em ne bêçare ne.”

“Hêzên şer yê globalîst bi Misilmanan re û bi Îslamê re têkoşînê dikin”

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, “Fîrewûnên vê demê, dixwazin ku cîhaneke nû saz bikin. Ji bona ku dînekî bi beşer derxin holê “dîn”ê kirine hedefa xwe. Ji bona însanên ku Xweda Teala wan tenê ji bona ku ji wî re evdîtiyê bikin xuliqandîye ji xwe re bikin kole dînê jî ji xwe re astengeke ku di pêşîya wan de ye dibînin. Endamên dînê dinê ên semawî ji ev tiştê re dengê xwe dernaxin. Astenga tenê yê ku di pêşîya globalîstan de maye Îslam e. Dengeke mezin û bi ciddî ji Misilmanên hişdar bilind dibe. Ji ber vê yekêye ku wan hêzên şer yê globalîst bi Misilmanan re û bi Îslamê re têkoşînê dikin û neyartîyê dikin. Ew nikarin kitêba Xwedê vegerînin encax protestankirina Îslamê tenê bi alîkariya xapînokên ku xwe dişopînin wek alim; ew bi her awayî hewl didin ku sîstema ku dixwazin sîstemeke lihevhatî, nerm ku îtîraz neke ava bikin. Mixabin bi ev xebatên xwe serfiraz dibin ku hişên Misilmanan şelî dikin.”

“Ew dixebitin ku Misilamanan ji bawerîyên wan lê bi taybetî jî ji exlaqên wan dûrbixin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de derheqê îfsada hêzên şer jî kir û axavtina xwe weha domand, “Ew dixebitin ku Misilamanan ji bawerîyên wan lê bi taybetî jî ji exlaqên wan dûrbixin. Projeyên xwe yên îfsadê bi taybetî li ser pîrek û ciwanên me tertîp dikin. Bi vê şeklê dixebitin ku zarokên nû ên civaka Misilman ji bawerîyên xwe dûrbixin.

Ji bona ciwanên me yên ku di nav lêgerînê de ne ji sîrat-î musteqîm dûrbixin tabelayên û îşaretên ku mirovan şaş dike dihilbirînin û îşaretvanan perwerde dikin û wan wezîfedar dikin. Dixwazin ku em bi Misilmanî nefikirin, li gorî Îslamê nejîn, bawerîyên xwe ji zarokên xwe re nebêjin û di vê çarçoveyê de astengîyan dikin.”

“Divê di navbera Misilmanan de hiqûqa biratîyê ji nû ve bê sazkirin”

Yapicioglu weha axivî:

“Ew îxtîlaf û cudayîyên ku di nav me de hene dixebitînin û dû re jî me dikin nav singê hevdû û me bi hev re didin şerkirinê. Neçareserkirina ev pirsirêkên me ya di bingeha edaletê de, dibe sedem ku emperyalîst bi gurkirina îxtîlafên di navbera me de me li dijî hev lê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. Ji ber ku îxtîlafên me bê çareserî hiştin an jî hewalê emperyalîstan hatin kirin, rê li ber wan vedike ku li axa me bi cih bibin, xwîna misilmanan birijînin û dewlemendiyên me talan bikin.

Em heta ku di navbera xwe û emperyalîstên rojhilatî û rojavayî de mesafe nehêlin û em Misilmanan hiqûqa biratîyê di nav xwe de heta ku tesîs nekin em nikarin birînên xwe derman bikin. Heta ku çareserîya pirsgirêk û tengasîyên xwe ji bona ku ji teref wan kolonyalîstan ê ku li gorî menfeatên xwe difikirin ve bê çareserkirin bisekinin ew ê van pirsgirêkên me neqede. Ew ê hêzên emperyalîst rijandina xwîna Misilmanan berdewam bikin, namûs wêran bibin û mexdûrîyetî jî bidomin.

Ji bona ku nîzam vegere, xwîn bisekine, wêranbûn biqede divê ku di navbera Misilmanan de hiqûqa biratîyê ji nû ve bê tesîskirin. Hiqûqa biratîyê jî îcab dike ku gerek ev pirsgirêkan di bin bingeha edaleta Îslamê de bê çareserkirin û rîayet li mafên meşrû bê kirin. Ji bona ev tiştê jî, divê ku em emir û nehyên Îslamê, Xwedê û Resûlê wê ji xwe re pîvan bigrin. Divê em polîtîqayên nîjadî yê ku rojava kirîye nav me terk bikin, silh û edaletê îqame bikin û werin ser xwe.

Muhterem hazîrun, lijneya ulemayê ê bi qîmet!

Ev civîn ji bona ku meseleyên xwe li gorî îlmê bidestbixin, çareserî, rê û metodan mizakere bikin tê tertîpkirin. Di pêşkêşên ku bû du roj e tên kirin de gelek peyamên xweş derket. Kesên ku dixwazin ji ev peyaman îstîfade bikin ew ê nisîbên xwe bistînin. Pirsgirêkên me bi çeşîd in.

Aliman ji bona ku civak him bi emelî û him jî bi bawerî li ser rêya wasatê bisekine, bi neketina îfrat û tefrîdê micadeleyê bikin. Minaqeşeyên îlmî gerek di meclîsên îlmî de bên kirin, divê meseleyên ku xelqê ‘ewam fehm nake di televîzyonan de an jî di platformên medyaya civakî de neynê minaqeşe kirin û bi vê şeklê pêşîya taassubê bê girtin.

Divê ulema bi tenê meseleyên qaîdewî û îbadî yê civakên ku têde dijîn re eleqeder nebin, gerek bi meseleyên îçtîmaî, exlaqî, îqtîsadî, sîyasî û çandî re jî eleqedar bibin. Bi taybetî aliman di meseleyên sîyasî û civakî de ji lomên lomakaran netirsin û sekineke hoveberkî nîşan bidin. Divê ku Misilmanan meseleyên xwe hewaleyê emperyalîstan nekin û di nav xwe de çareser bikin, ulema jî di vê meseleyê de gerek di civakê de rêbertîyê bikin.”

“Mîhraqên ku civakê îfsad dikin projeyên xwe bi taybetî li ser pîrek û ciwanan tertîp dikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Wekî ku doh Şêx Zahîd el-Xeznewî got kolonîstan bi fiîlî xanê dikin ku ji nav me derketine lê bi fikrên xwe, qanûnên xwe û kevneşopîyên xwe di nav me de ne. Ziîfkirina di nav me de didomînin. Dîsa wek ku Mewlewî Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê got îfsad, wek baranê li her derê dibare. Mîhraqên ku civakê dixwazin îfsad bikin projeyên xwe bi taybetî li ser pîrek û ciwanan tertîp dikin. Divê ku ev heqîqet bê dîtin û li gorî wê tedbîr bên girtin, bi seferberîya perwerdehîyê a ciddî gerek pêşîya ev îfsadê bê girtin. Bi taybetî bi perwerdekirina ciwanên xwe ya bi agahîya saxlem û exlaqekî xweşik em pêşîya îfsadê bigrin. Di vê meseleyê de divê ku medreseyan û aliman wezîfeyên zêde bigrin ser milên xwe.

Divê ku em Medreseyên Nîzamîyeyê a roja me saz bikin, berê zarokên xwe yên biaqil bidin îlmê û zanistên civakî. Bêyî îhmalkirina avahîya kevneşopî ya medreseyên me, lê liberçavgirtina hewcedarîyên îroyîn, ji bo mezinkirina nesleke ku pêşengîya civakê bike guncan in; Divê pergalek perwerdehiyê ku tê de zanistên dînî û civakî bi hev re bên hînkirin bê avakirin.

Divê ku em sinneta Hezretî Nebîyê Ekrem baş hînbibin û îhya bikin. Divê em qanûnên kevnî a Xwedê jî û Sinnetullahê jî îxmal nekin. Divê ku weqfên me, partîyên me yên sîyasî û sazîyên me yên saîr bi tevî medreseyên me bibin wek dibistanekî û pêşîkarên bi îxlas û zana perwerde bikin. Înşaallah ew ê van pêşîkaran destê ummetê bigrin û wê rabikin pîya.

Divê ku em bi vegerînê di xwe de dest pê bikin. Pêşî em bi paqijkirina nefsên xwe dest pê bikin. Bi tevî îttîhada ulemayê, îttîhada rêvebir û ehlê sîyasetê mifteya rêya çûndina yekîtîya ummetê ye.

Misilmanan bêvîya alimên ku wan rabikin pîya û meşandina hedefa rast in. Mazluman jî bêvîya destê dostekî yanê bêvîya Misilmanên ku îttîhadê kirine ne.”

“Welatên Îslamê! Minassebetên xwe yên sîyasî, leşkerî bi birayên xwe me yên Efxenistanê re pêşve bibin”

Yapiciogluyê ku derheqê Efxenistanê de jî axivî weha got, “Li Efxenistana ku navê goristana împaratorîyan heq dike, herî dawî Emrîka bi rezîlî ji wê hat derxistin. Ez cardin zafera birayên xwe yên Efxanî pîroz dikim. Ev zafer di dawîya sebrê de hatîye û litfa Xwedê ye. Welatên Îslamê di naskirina ev bireveberîya nû de bi dilsar û newêrekî hereket dikin. Divê em li ser gotina Mewlewî Zebîhullah Mucahîd ê ku doh gotibû bifikirin. Ew got ku: “Wek ku Şêx Heybetullah got pirsgirêka Emperyalîstan bime re nîne, bi Îslamê re ye. Ji ber vê yekê Efxenistanê nas nakin.” Erê, pirsgirêka hêzên Emperyalîstan ya bi Îslamê re heye. Temam, bi îdarevanên welatên Îslamê çi dibe? Ez ji li vê derê cardin bang li îdarevanên welatên Îslamê dikim: Bi destê birayên xwe yên li Efxenistanê bigrin, minasebetên xwe yên sîyasî, îqtîsadî, çandî û leşkerî bi wan re pêşve bibin.”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Ez di dawîya gotinên xwe de ji Îttîhadul ulema û Mele Enwer Kiliçarslan re ji bona ku ev civînê tertîp kirine, ji hemû beşdarîyên ku ji Kurdistan, Iraq, Îran, Sûrîye, Lîbya û Efxenistanê hatine re jî cardin sipasîyan dikim

Ez ji Xwedê Teala daxwaz dikim ku bila ev hevdîtina 7emîn a ulemayan bike wesîleya îttîhadê.

Xwedê Teala îlmê sîyasetvanên me û îdarevanên me, feraseta sîyasî ya alimên me, îxlas û cehda me hemûyan zêde bike.” (ÎLKHA)