Mehmet Firatê ji Medreseya Şêx Esad El-Çokreşî, beşdarî bernameya “Hevdîtina Aliman a 7emîn” ya ku ji teref ÎTTÎHADUL ULEMAyê ve hat tertîpkirin bû û di civîna duyemîn de axavtinek kir.
Firat, di civîna duyemîn a ku moderatorîya wê Dr. Îmam Xetîp Îmad Sitar Guwanî dikir de axivî, di axavtina xwe de derheqê “Tevkariya Edebiyat û Helbesta Kurdî Di Têgihîştina Şaristaniya Îslamî û Nirxandina Wê Di warê Vexwendina Îslamê de” de pêşkêşî kir.
Firat di axavtina xwe de destnîşan kir ku şarezayîya Îslamê, pişta xwe dide hinek îlke û esasan ku qewet û refahîyê ye, Firat qal kir ku ew jî tewhîd, edalet, wekhevî û cîhanîtî ye.
Firat di axavtina xwe de bal li ser cihê Kurdan yê ku di Îslamê de heye kişand û weha axivî, “Çiqas jî ziîf be tê qalkirin ku di dema Pêxember de Kurd hebûne. Kehnîyên dîrokê dibêjin ku ji eshabîyên Pêxember yek jî kurmancekî ku navê wî ‘Ceban el-Kurdî’ ye bûye. Îbnûl Esîr: Di kitêbên xwe de weha dibêje ‘Yek ji eshabîyê Resul jî Ebu Meymun Caban el-Kurdî bû’ û bi vê şeklê qala Kurmancekî dike. Nuaym el-Îsfahanî jî wek Îbnûl Esîr qal kirîye û ji me re weha dibêje: ‘Navê bavê Meymun el-Kurdî bi Caban tê qalkirin.’ Dîsa Hafiz el-Zehebî jî di kitêbekî xwe de qala Caban el-Kurdî dike. Ev mîsalan destpêka Kurdan a bi Îslamê re heye û nîşan dide ku Kurd jî wê demê Misilman bûne. Çiqas jî rîvayet ziîf bin, ev gelek muhîm e. Ev, têkilîya ‘ewil a Kurdan ya ku hêj Hz. Pêxember di heyatê de bûye bi daweta nebewî re bûne ye.”
Di Qurana Pîroz de Kurdan
Firat di berdewama axavtina xwe de derheqê ayetên ku Kurdan destnîşan dike de jî axivî û weha got:
“Li gorî mifessîran; di Qurana Pîroz de hinek ayetan bi nerasterê qala Kurdan dike hene, ev ayetan jî wisa ne:
‘Ji van qebîleyên Ereb ên ku ji paş ve mane re bibêje: ‘Hûnê di demeke nêz de banga civakeke biqewet bên kirin, hûnê an bi wan re herbê bikin an jî ew, wê Misilman bibin. Ger ku hûn beşdarî ev bangê bibin Xwedê ji we re bersivekî xweşik bide, wek berê ku hûn paşve bisekinin ew ê we bi şekleke tûj wê ceza bike.’ Fetîh-16
Dema ku hinek mifessîran binherin em dibînin ku di ayetê de dema ku qala ‘civakeke xwedîyê qeweteke mezin’ tê kirin, wan mifessîran dibêjin ku ew Kurd in.
Mîsal; mifessîrên wek Îbnî Ebî Xatîm, Îbn Kesîr, Celaleddîn el-Sûyûtî, el-Alûsî û Ebu Nuaym el-Îsfahanî dibêjin ku ev ‘civakeke xwedîyê qeweteke mezin’ Kurd in.
‘…(Çîmkî) cihê ku ew biçin li wê derê qraleke ku her keştîyên saxlem xesp dike heye.’ Kehf-79
el-Makkarî et-Tîlmîsanîyê di Hîcrî 1041an de rehmet kirîye, di kitêba xwe ya “Behna Xweş a Ji Çiqila Şîn a Endûlûsê” de weha gotîye: ‘Qrala ku di ayetê de tê qalkirin, Heded bîn Beded el-Kurdî ye.’
Muhammed Emîn Zekîyê dîrokvanê mezin yê Kurd jî weha dibêje: ‘Ew kesên ku di vê ayetê de tê qalkirin, ji ‘eşîreta Hezbanîyan Heded bîn Beded el-Kurdî ye. Ew qralekî zalim û bêedalet bû.’
Mûsa, weha got ‘Wexta we ya hevdîtinê bila di wexta tavê a ku civak kom dibin û roja şahîyê be’ Taha-59
Kurtubî, Îbn Kesîr, el-Tantawî û mifessirên dinê yên mezin dibêjin ku ev roj a ‘roja şahîyê’ roja Newrozê ye. Wek ku tê zanîn ji xwe Newroz, ji bona Kurdan rojeke kêfê ye û her sal hatina biharê pîroz dikin û kevneşopîyeke ku heta roja me hatîye ye.”
“Şûrê Kurdan qeweta lêxistinê ya Îslamê bû”
Firat bal kişand ku Kurd, di dewra Hezretî Omer de yanê di sala 19mîn a Hîcrî de beşdarî dînê Îslamê ya ku dînê Henîf e bûne û peyama îlahî ya ku Hezretî Muhammed anîtîye jî bi rêyên fethan bar kirine, “Kurdan, bi emrê îlahî, ji bona ku ala Îslamê bilind bikin û şarezayîya Îslamê lêbikin ji dil û can beşdarî Îslamê bûne. Wek ku Abdusselam Yasînê mitefekkirê Fasî gotibû: ‘Şûrê Kurdan û berxwedana Berberîyan qeweta lêxistina Îslamê bûn.”
Firat di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku di hemû medreseyên Kurdan de, dersa aqîdeyê dersa dayîkê hatîye dayîn, ji bona parastina Îslamê û belavbûna Îslamê ji lêgerîn û şiîrên bên kirin re pêşengîyê kirîye, Firat Lêgerînên Kurmancî-Kurd ên alimên Kurd ya derheqê îtîqada Îslamê de kirine bi mîsalan qal kir.
Firat, “Hemû derd û karê van aliman ev bû ku bawerîya Îslamê ya heqîqî bi rewşeke xav mihafeze bê kirin û di navbera Kurdan de bê belavkirin. Wek ku me berê jî destnîşan kir, alimên Kurd li ser aqîdeyê, li gorî zimanên xwe yên Kurdê Fesih şiîran nivîsandine.”
Firat, di dawîya axavtina xwe de weha got:
“Bi taybetî em di piştî Mîladê di sedsala 14emîn de rola mezin a Medreseyên Îlmê a Kurdan bîrva nekin. Mifredeta perwerdehîyê a di Medreseyên Kurdan de ji mifredeta Osmanî cuda biserxwebû, çîmkî Împaratorîya Osmanî tabi’ê mezheba Henîfî bûn, Kurd jî tabi’ê mezheba Şafiî bûn. Di welatên Kurdan de medreseyên Kurd di welatên Kurdan de zêde bûn. Gelek hindik gund û qeza hebin ku di wan de medrese tinebin. Ev medreseyan argûra fezîlet û îlmê bûn. Di li wê deran de perwerdehî bi zimanên ‘Farisî,Kurmancî,Tirkî,Erebî’ bûn û bi çar zimanî ders dihatin dayîn. Û van zimanan zimanên Rojhilatê yê bingeh in.” (ÎLKHA)