Bûyer, li ser rêya derdor a Akçakale-Rihayê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya ku ji bona li qezaya ku bi zincîrî pêk hat neqelibe dîreksîyona xwe qeliband teqle avêt û qelibî.

3 kesên ku di nav erebeyê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.

Kesên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Rihayê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)