Yalçin, îfade kir ku di dema borî de alimên mezin di herêma medreseyan de micadeleyên mezin dane û mîsalan nîşanên me dane.
Yalçin di axavtina xwe de weha got, “Medrese û pisporî an jî kirina pisporîyê hema hema em dikarin bibêjin ku nayê hişê ti kesê, di dewra me de tişteke ewakî tinebû. Helbet di selefî salihîn ê berîya me de pisporî hebûye. Dema ku em li wê demê dinhêrin dibînin ku bi temamî teweccûheke şexsî bûye. Mîsal hinek alimên me mûhîmtîyê dane tefsîrê û bi vê şeklê di tefsîrê de pisporîyê kirine, hinek ulemayên ku gelek pêşve çûne jî mûhîmtîyê ji hedîsan re dane. Wek Îmam Bûxarî, Îmam Mûslîm bi rastî jî li gorî qewetên xwe bi micadeleyeke mezin û bi fedakarîyeke mezin ev ‘îlmê bidest xistine û pêşve çûne. Bi teybetî piştî komarîyê medreseyan ketine bin taassubeke mezin û li vê derê bi tenê micadeleya hebûnê hatîye dayîn.”
“Lazim e ku ulemayeke ku bi pisrgirêk û tengasîyê re dikaribe serî derxe hebe”
Mele Yalçin, di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku gerek ulemayeke ku bi pisrgirêk û tengasîyê re dikaribe serî derxe hebe, “Bi taybetî gerek di roja me de rêzanekî yê ku rê nîşanê me bide hebe. Ji xwe ev, di akademîyan de di serî de heye. Yanê di akademîyan de, di beşên îlahîyatê de an jî di beşên dinê de ji xwe dema ku dest pê kirin di beşekî de pisporîkirin heye. Weka ku tê gotin wa ez ê Lîsansê bikim, dûre jî doktorayê bikim. Hîsên ewakî di gelek xwendekaran de heye. Feqet dema ku li medreseyên me bê nihêrtin fikrên ku ez ê bixweyînim û li gundekî meletîyê bikim heye. Ji ber vê yekê ku di medreseyên me de di meseleya pisporîkirinê de pirsgirêkên ewakî hene.”
“Divê pirsgirêkan, ji bêhêvîtîyê re rê venekin”
Yalçin di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku gerek pirsgirêkên ewakî ji bêhêvîtêyê re rê venekin, “Gerek pirsgirêkên ewakî ji bêhêvîtîyê re rê veneke. Bi taybetî em li gorî 50 sal berê binhêrin îro di roja me de hinek jî di giştî de şîyarbûn heye. Hinekê dinê jî. Di beşên nû de hîsên pisporîkirinê heye.”
Yalçin di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku pirgirêkeka dinê jî kalîteya xwendekaran e, “Xeyn ji van pirsgirêka me yê mezin jî kalîteya xwendekarên me ye. Ji ber vê yekê di li vê derê de jîrbûn gelek muhîm e. Kesên ku hişê wî tinebe nikare ‘îlmê hîn bibe. Divê rewşa jîrbûna xwendekar neyê avêtin piştgoh.” (ÎLKHA)