Ajansa Bireveberîya Rewşa Acîl a Wîlayeta Nîjeryayê, daxuyand li wîlayeta Katsînayê 24 kes di lehîyên ku ji ber barana zêde pêk hatin de mirin.

Hat diyarkirin ku ji ber lehîyê 16 hezar û 625 xanî zerarê dîtin, 1620 perçe ‘erd jî di bin avê de man.

Di lehîyên ku li Nîjeryayê pêk hatibû de 500 kes canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)