Li eyaleta Anambraya Nîjeryayê di encama binavbûna keştiyekê de 76 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li eyaleta Anambraya li başûrê rojhilatê Nîjeryayê keştiyeke rêwiyan binav bû.

Koordînatorê Herêmê yê Ajansa Rewşa Lezgîn a Neteweyî Thickman Tanimu diyar kir ku ji ber barana zêde keştî noqî avê bûye û di keştiyê de 85 rêwî hebûn.

Di qezayê de 76 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes hatin rizgarkirin.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêmê dewam dikin. (ÎLKHA)