Li eyaleta Anambraya li başûrê rojhilatê Nîjeryayê keştiyeke rêwiyan binav bû.

Koordînatorê Herêmê yê Ajansa Rewşa Lezgîn a Neteweyî Thickman Tanimu diyar kir ku ji ber barana zêde keştî noqî avê bûye û di keştiyê de 85 rêwî hebûn.

Di qezayê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes hatin rizgarkirin û 60 kes jî agahî ji wan  nehat girtin.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li herêmê dewam dikin. (ÎLKHA)